Serokkomarê Bangladeşê parlamento fesih kir

Serokkomarê Bangladeşê Mihemed Şihabedîn parlamentoya welêt fesih kir.

Serokkomarê Bangladeşê parlamento fesih kir
6 tebax 2024   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî îstîfaya serokwezîrê Bangladeşê Şeyxa Hasîna, serokkomarê welat Mihemed Şihabedîn parlamentoya 7’ê Çileya îsal hatibû vekirin, fesih kir.

Li Bangladeşê nêzî mehekê li dijî hikumeta bi serokatiya Şeyxa Hasîna xwepêşandan hatin lidarxistin û xwestin serokwezîra welat îstîfa bike. Xwendekaran xwest xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Muhammed Yunis bi demkî were ser hikumetê.

Serokwezîra Bangladeşê piştî desthilatdariya 15 salan û protestoyên mehekî, duh îstîfa kir û bi helîkopterê reviya. Piştî îstîfayê artêşa Bangladeşê welat kontrol kir.

 Xwendekaran jî xwest xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Muhammed Yunis bi demkî were ser hikumetê.

(bb)