Çeteyan li 2 zarokan da û yek jî revand

Çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ ên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî li 2 zarokan da û welatiyek jî revand.

Çeteyan li 2 zarokan da û yek jî revand
6 tebax 2024   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku duh çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ ên dewleta Tirk a dagirker di navbera gundên Gawenda û Şingêlê yên bajarê Raco yê Efrîna dagirkirî de bi awayekî hovane li Rênas Omer (16) û Xelîl Omer (17) dabû. Ji ber ku wan pere neda, çeteyan bi hovane li wan da.

Li gorî çavkaniyên xwecih ên ji Efrînê, çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ duh welatiyê bi navê Xelîl Ebdo Cimo (41) ê ji gundê Beradê yê bajarokê Şêrawayê revand û bir navenda xwe.

Çeteyên ˊEl Emşatˊ jî duh welatiyê bi navê Omer Mihemed Elo yê ji gundê Mîrkan ê bajarê Mabeta revandibû.

Li Efrîna dagirkirî li dijî tevahî welatiyan, li pêş çavên cîhanê sûc tên kirin.

(fr)