‘Moskovê pergala parastina hewayî pêşkêşî Tehranê kir’

Rayedarên îranî ragihand ku Tehranê pergala parastina hewayî ji Moskovê wergirtiye.

‘Moskovê pergala parastina hewayî pêşkêşî Tehranê kir’
6 tebax 2024   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya New York Times, rayedarên Îranê ragihand ku Tehranê sîstemên parastina hewayî yên pêşketî ji Moskovê xwestine. Rayedarên Îranê got: "Rûsyayê radar û amûrên parastina hewayî radestî me kirine."

Rojnameya Maariv a Îsraîlî jî ragihand ku di 48 saetên borî de çend balafirên leşkerî yên barhilgir ên Rûsyayê yên Il-76 li Tehranê danîne.

Duh sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu çûbû Tehranê û bi rayedarên payebilind ên Îranê re civiyabû.

Serdana Şoygu çend roj piştî kuştina serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye pêk hat. 
Îsraîlê ku fermî kuştina Heniye negirtiye ser xwe, ji ber bersiveke muhtemel a ji aliyê Îranê ve amadekariyên xwe zêde kirine.

(bb)