‘Şerê Ukraynayê dikeve qonaxeke xeternak û li Lubnanê arîşe zêde dibe’

Medyaya erebî nivîsî ku cîhan bi serdemeke aloztir re rû bi rû ye, şerê Ukraynayê di navbera Rûsya û Rojavayê de dikeve qonaxên nû û bandorên arîşeya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de li ser qada Lubnanê berdewam dike.

‘Şerê Ukraynayê dikeve qonaxeke xeternak û li Lubnanê arîşe zêde dibe’
1 hezîran, 2026   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro bal kişand ser şerê Ukraynayê û zêdebûna rageşiya li Lubnanê.

‘ÇALEREŞKA UKRAYNAYÊ’

Der barê şerê di navbera Ukraynayê û Rûsyayê de, rojnameya Îmaratê El Xelîc diyar kir ku şerê Ukraynayê ketiye qonaxeke nû ku ji şêwazên şer ên kevneşopî yên ku ji destpêka sala 2012`an de serdest bûne, derbas dibe. Rojnameyê destnîşan kir ku bilindbûna arîşeya di navbera Moskov û Kîevê de dikare pevçûnê bixe qonaxeke nezelaliyê ku dişibe "çalereşkê" ku her tiştî dadiqurtîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku hewldanên çareseriya siyasî yên rawestiyayî û piştgiriya leşkerî ya zêde ya Ewropayê ji bo Ukraynayê, dihêle Rûsya helwesteke hişktir bigire û tirs zêde dibe ku ev şer dikare berfireh bibe.

‘JI KELEHA ŞIQÊFÊ HETA HURMUZÊ’

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya El Şerq El Ewsat behsa bandorên aloziya berdewam a Îsraîlê li başûrê Lubnanê kir û îdia kir ku mijûlbûna cîhanê bi Tengava Hurmuzê û dan û standinên DYA û Îranê giraniya rewşa li Lubnanê kêm nake.

Rojnameyê diyar kir ku Îsraîl stratejiyekê dişopîne û dixwaze bi rêya zêdekirina operasyonên xwe yên leşkerî û berfirehkirina hedefên xwe li başûrê Lubnanê, bandora Îranê li ser sînorê wê yê bakur kêm bike.

‘DIBE KU DÎROK VÊ CARÊ LI LUBNANÊ DUBARE NEBE’

Rojnameya El Ereb a li Londonê bal kişand ser nîqaşa navxweyî ya Lubnanê ya li ser siberoja çekên Hizbullahê û têkiliya wê bi hikumeta Lubnanê re û destnîşan kir ku şert û mercên herêmî û navneteweyî yên heyî ji qonaxên berê yên ku rê dane partiyê ku xwe ferz bike, cuda ne.

Rojnameyê diyar kir ku Lubnan di qonaxeke girîng de ye ku tê de pirsgirêkên ewlehî û siyasî bi veguherînên herêmî re têkildar in. Her wiha nivîsî ku hêvî hene ku welatên Ereban û yên cîhanê piştgiriyê bidin, rewşê aram bikin û pêşî li ketina wê nav krîzên din de bigirin.

(k)