Şerê li Sûdanê didome; NY pêşnûmeyekê nîqaş dike

Artêşa Sûdanê ragihand ku di şerê li Faşirê de 150 çekdarên Hêzên Piştevaniya Lezgîn hatine kuştin. Konseya Ewlehiyê ya NY’yê îro ji bo agirbestê pêşnûmeyekê nîqaş dike.

Şerê li Sûdanê didome; NY pêşnûmeyekê nîqaş dike
18 mijdar, 2024   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Sûdanê ragihand ku di şerê li bajarê Faşirê yê li rojavayê Sûdanê de 150 çekdarên Hêzên Piştevaniya Lezgîn hatine kuştin.

Artêşa Sûdanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku "Firqeya 6ˈan a artêşê ji zêdetirî 2 saetan ve şerekî bênavber li başûrê rojhilatê Faşirê dike.”

Li gorî daxuyaniyê hate gotin: "Heya niha hejmareke baregehên milîsan hatin desteserkirin, nêzî 150 windahiyên dijmin hene. Yekîneyên hêzên çekdar ên Sûdanê pêşketinên mezin bi dest dixin."

Hêzên Piştevaniya Lezgîn der barê şer de tu agahî parve nekirine.

PÊŞNÛMEYA AGIRBESTÊ

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê îro pêşnûmeyekê der barê agirbesta li Sûdanê de nîqaş bike û bixe dengdanê.

Pêşnûmeya ku ji aliyê Brîtanya û Sierra Leone ve hatiye amadekirin, banga demildest a agirbestê û diyalogan li her du aliyên sûdanî dike.

Pêşnûme her wiha bang li her du aliyan dike ku "rêzê bidin sozên ku di sala 2023ˈyan de ji bo parastina sivîlan, rêgirtina li ber tundiya zayendî ku ˈwek taktîkek şerˈ tê bikaranîn, hate girtin.” Her wiha bang li her du aliyan dike ku bihêlin bêyî astengî alîkariyên mirovî derbasî welat bibin.

Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê David Lammy ku dê civîna îro ya konseyê bi rê ve bibe, got dê zextê bikin da ku biryarek ji bo parastina sivîlan û serbestiya derbasbûna alîkariyan were dayîn.

Pêşnûme her wiha destwerdana derve ya ku "şer gurtir dike" red dike û bang li endamên konseyê dike ku rêzê bidin biryara qedexekirina çekan a li ser Darforê.

Ji Nîsana 2023’yan ve şer di navbera artêşa Sûdanê ya bi serokatiya Ebdulfetah El Burhan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Degelo de rû dide. Her du alî bi pêkanîna sûcên şer tawanbar in.

Li gorî Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NYˈyê, di encama şer de 11 milyon û 300 kes koçber bûne, ji vê hejmarê nêzî 3 milyon kes koçberî derveyî Sûdanê bûne.

(bb)