Koma Muqaweme Îslamî ya Iraqê dîsa êrişî Îsraîlê kir

Koma Muqaweme Îslamî ya Iraqê ragihand ku hêzên wan bi rêya balafireke bêmirov, armanceke girîng a Îsraîlê li bajarê Îlatê yê Îsraîlê kiriye hedef.

Koma Muqaweme Îslamî ya Iraqê  dîsa êrişî Îsraîlê kir
18 mijdar, 2024   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Muqaweme Îslamî (Berxwedana Îslamî) ya Iraqê ragihand ku hêzên wan îro careke din bi rêya balafireke bêmirov, devera Um Reşraş a li bajarê Îlatê ya dikeve başûrê Îsraîlê, bombebaran kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wan ew êriş wek bersiveke li dijî êrişên Îsraîlê yên li Xeza û Lubnanê yên li ser sivîlan, hatiye kirin.

Her wiha hat ragihandin dê êrişên wan ên li ser Îsraîlê berdewam bikin.