Hizbullahê kuştina berpirsê ragihandinê xwe piştrast kir

Hizbullahê kuştina berpirsê ragihandinê yê tevgerê Mihemed Afîf piştrast kir. Hizbullah û Hemasê êriş şermezar kir û destnîşan kir ku “dengê berxwedanê dê neyê qutkirin”.

Hizbullahê kuştina berpirsê ragihandinê xwe piştrast kir
18 mijdar, 2024   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê ragihandibû ku berpirs û berdevkê Hizbullahê Mihemed Afîf di êrişeke li Beyrût a paytexta Lubnanê de kuştiye. Hizbullahê bi daxuyaniyekê ev yek piştrast kir.

Hizbullahê piştî kuştina Afîf peyama sersaxiyê weşand û diyar kir: “Afîf dengê berxwedanê bû. Helwesta Afîf a wêrek li dijî propagandaya medyaya Îsraîlê berxwedaneke bibandor nîşan da.”

Her wiha Hemasê jî kuştina Afîf şermezar kir û destnîşan kir ku ev êriş nikare dengê berxwedanê bibire. Hemasê ev kiryara Îsraîl wek ‘nemirovane’ bi nav kir û diyar kir "Ev sûcê rejîma terorîst a dagirker dê nekare pêşiya berxwedanê bigire.”