Li Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin, 3 birîndar bûn

Hate zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin, 3 birîndar bûn
15 adar, 2026   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê berbanga îro li bajarokê Beqseta yê navçeya Seyda yê başûrê Lubnanê avahiyên niştecihan kirin hedef, di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Medyaya Lubnanê ragihand ku avahiyeke 3 qat li Behlewan a li Mehle Şerhebîn hat hedefkirin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

Li gorî wezareta tenduristiyê ya Lubnanê, ji 2'ê Adara îsal ve di encama êrişan de 106 jê zarok û 31 xebatkarên tenduristiyê bi giştî 826 kes hatine kuştin û 2 hezar û 9 kes birîndar bûne.

(bb)