Serçeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di operasyona wan a duh de li Şedadê serçeteyekî DAIŞ’ê hatiye kuştin, 2 çete jî hatine girtin.

Serçeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin
24 mijdar, 2023   10:37
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û têkildarî operasyona xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê agahî parve kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku operasyon duh li gundewarên navçeya Şedadê ya Hesekê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Antîterorê (HAT) operasyon li dar xistiye û serçeteyekî DAIŞ’ê yê ji Iraqê piştî ku gule li hêzên ewlekariyê reşandine, hatiye kuştin û 2 çete jî hatine girtin.

Her wiha di operasyonê de ev çek û cebilxane jî hetina desteserkrin: Çekeke kalaşnîkov û 8 cercûrên wê, kembereke teqemeniyê, narincokek û 2 rext.