Şer didomê û bertekên dewletên Kendavê

Îran di roja 13`emîn a şer de bi hejmareke mezin a moşekên balîstik Israîl bombe baran kir. Trump jî dibêje serkeftina wan bi wext ve girêdayî ye. Îstixbarata Amerîkî li gorî raporên nirxandina şer texmîn dike ku rejîma Îranê hîna li ser xwe ye.

Şer didomê û bertekên dewletên Kendavê
12 adar, 2026   12:08

Şerê Îsraîl, Amerîka li dijî Îranê ket roja xwe ya 13`emîn de. Şer bi dijwarî didomê û bi lez bandor li ser ewlehiya herêmê û aramiya bazarên enerjiyê yên cîhanê dike. Şerê heyî bandore li gelek dewletên Rojhilata Navîn dike. Metirsiyên navneteweyî jî nene ku şer berferehtir bibe. 

Îran careke dîtir Israîl bombe baran kir

Îran îro bi hejmareke mezin a moşekên balistîk Îsraîl bombe baran kir. Şêniyên gelek herêmên bakurê Îsraîlê ketin rewşa awarte.

Pasdarên Îranê raghandin ku di çarçevê pêla 40`emîn a operasyona `El Weid El Sadiq 4` wan gelek bajarên Îsraîl (Til Ebîb, Qudis û Hêfa) hedef girtine. Her wiha baregeha El Erzeq û El Xerec ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bombe baran kirine.

Têkildarî vê rewşê artêşa Îsraîl li ser X daxuyanî daye û gotiye:` Artêşa Îsraîl moşekên Îranê avêtine xaka dewleta Israîl çavdêr dike û sîstema parastinê dixebitê ku wan moşekan bide rawestandin.`

Trump: Serkeftina di şer de meseleya demê ye

Serokê Dewleta Yekbûyî yê Amerîka (DYA) Donald Trump dema ku vedigeriya Whashington ji rojnamevanan re axivî û got:"Divê em bi lez di vî şerî de biserbikevin. Ew tenê meseleya demê ye. Ez bawerim em di rewşeke gelekî baş de ne. Ya girîngtir bi lez em di vî şerî de biserbikevin. Artêşa Amerîka dikare jêrzemînên Îranê bombe baran bike. Lê bele dibe ku ev bibe sedema Îran careke dîtir ava nebe. Em dikarin di saetekê de hêza Îranê ya çêkirina enerjiyê biruxînin. Lê belê ji bo careke dîtir çêbibe 25 sal dê dirêj bike. Em bi hêvî ne ku Washington neçar nemîne ku gavekî wisa bavêjê."

Raporên Amerîkî li gorî berpirsên Wezareta şer agahî dane endamên Kongreya DAY`ê eşkere kirin ku di şeş rojên destpêkê yên operasyonên leşkerî de 11,3 milyar dolarên Amerîkî hatine xerc kirin.

Îstixbaratên Amerîkî: Sîstema Îranê hîna ji hevdû neketiye

Çavkaniyên agahdar ji Reuters re eşkere kirin ku Îstixbaratên Amerîka di nirxandinên xwe yên rewşa şer texmîn dikin ku hikûmeta Îranê di demeke kin de hilneweşê.

Her wiha sê çavkaniyên agahdar destnîşan kirin ku di raporên nû yên îstixbaratên Amerîka de hatiye nirxandin ku Rêveberiya Îranê heyanî rêjeyekî bilind li ser xwe ye. Sîstem hîna dikare li ser rewşa hundirîn û raya giştî, serwer be.

Çavkaniyên dîtir jî anîn ziman ku Saziya Olî ya li Îranê serwere heyanî piştî kuştina Rêberê Olî yê Bilind Alî Xaminî li ser hevdû ma ye û ne hilweşiya ye.

Berpirsekî mezin ê Îsraîl di danûstandinan de gotiye ew nikarin bibêjin ku wê sîstema Îranê di encama şer hilweşê. Di hinek raporan de hatiye gotin ku ji bo rejîma Îranê hilweşê dibe ku were xwestin destwerdanekî bejayî yê berfereh çêbibe.

Li gelek dewletên ereban xeteriya moşekên Îranê

Wezareta Parastinê ya Siudiyê raghandin ku li paytexta wan Riyad dema ku balafireke bê mirov xwestiye nêzî Taxa El Sefarat bibe, ew anîne xwarê. Li herêma El Ribei El Xalî jî dema ku du balafirên bê mirov berbi Heqil Şîba yê petrolê diçûn, asteng kirine.

Arêşa Kiwêt jî raghand ku balafireke bê mirov li başûrê Kiwêt avahiyeke şênî lê jiyan dikin bombe baran kiriye. Di encamê de du kes birîndar bûne û agir ji aliyê gurupên agirkuj ve hatiye vemirandin.

Li Îmarat Wezareta Hundirîn anîn ziman ku aliyên têkildar tedbîra xeteriya moşekên Îranê digrin. Rayedarên Urdunê jî raghandin ku l parêzgeha El Zerqai parçe ketine û şebekeyên avê kêmekî ziyan dîtine.

Li Iraq Kampanya kirîbûna petrolê ya Iraqê SOMO raghand ku li avên herêmî yên Iraqê du tankerên petrolê rastî êrîşê hatine. Heman Kampanya anî ziman ku êrîşên çêdibin gef li tengava Hurmiz û aboriya Iraqê dixwê û dibe bandor li ser tevgera bazirganiyê ya li herêmê bike.

Welatên G7 raghandin ku wan li hevdû kiriye kanala danûstandina bi dewletên Kendavê re çêbikin. Bi riya wê kanalê rewşa aborî ya şer li Rojhilata Navîn nîqaş bikin. Bi riya vê kanalê bandora şer li ser bazarên enerjiyê û aboriya cîhanî bişopînin.

Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariyê ya Dewletên Erebî yên Kendavê Casim Mihemed El Bidêwî biryara Konseya Ewlekariyê ya şermezarkirina êrîşa Îranê li ser dewletên Kendavê û Urdinê erînî dît.

El Bidêwî anî ziman ku: "biryara Konseya Ewlekariyê destnîşan dike ku divê civîneke navneteweyî ya şermezarkirina êrîşên ser sivîl û jêrzemînan, were organîze kirin. Dewletên ziyan dîtine mafên wan heye ku li gorî Mîsaqê Neteweyên Yekbuyî (NY) parastina xwe bikin."

ANHA