Li Siwêdayê 2 kes hatin revandin

Komeke çekdaran li gundê Necran ê li rojavayê Siwêdayê 2 kes revandin.

Li Siwêdayê 2 kes hatin revandin
12 adar, 2026   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke çekdaran ku ji herêmên di bin kontrola hikumeta demkî de derbasî gundê Necranê bûbûn, 2 kes revandin.

Her du kes dema ku zeviyên xwe yên di navbera gundê Necran û bajarokê Mezraa yê li rojavayê Siwêdayê de cot dikirin, ji aliyê çekdaran ve hatin revandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane nûçegihana me, her du kes sewqî cihekî nediyar hatine kirin, telefonên wan hatine girtin û ji kêliya revandinê ve agahî ji wan nayê girtin.

(bb)

ANHA