Şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê: Peyman pêngavek e ji bo bihêzkirina aramiyê

Şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd peymana ku di navbera meclîsa her du taxan û desthilata Şamê de hatiye çêkirin erênî nirxand. Şêniyan tekez kirin ku ev peyman encama têkoşîn salên dirêj e.

Şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê: Peyman pêngavek e ji bo bihêzkirina aramiyê
3 nîsan, 2025   12:07
HELEB

Di 1ê Nîsanê de, Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê rêkeftinek ji 14 xalan pêk tê îmze kirin.

Şêniyên her du taxan peyman erînî nirixandin û tekez kirin ku ev peyman berhema tekoşîna bi salan e .

Şêniyê bi navê Mihemed Elî diyar kir ku ev peyman "erênî" ye û wiha got: "Ew ê bibe alîkar ku aramiya herêmê xurtir bibe û em hêvîdar in ku ev bendên peymanê li ser erdê bi awayekî şênber were pêk anîn. "

Her wiha got:  "Ev peyman ne ji valahiyê pêk hat, ev peyman encama têkoşîn û sekna salên dirêj e li hemberî hewldanên qirkirin, belevkirina nakokiyan û fitneyê, çi bi destên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çi ji aliyê rêjîma Beis a hilweşiyayî ve. "

Şêniya bi navê Legzîn Ebdo diyar kir ku "peymana ku ji aliyê Meclisa Giştî ya her du taxan û desthilata Şamê ve hatiye îmzekirin, eger ku bêyî ti binpêkirin were pêkanîn, dê dawî li şer û rijandina xeînê bîne û êş û azara şêniyên  herêmê ji holê rabike. "

Legîn Ebdo hêviya xwe anî ziman ku "peymanên bi vî rengî li tevahiya Sûriyeyê pêk bên, da ku em welat ber bi çaksazî û avadankirinê ve pêş bixin, û em mijûlî ti şerên din nebin. Em li dijî tuniyê ne û em welatekî azad û demokratîk dixwazin ku tê de edalet û wekhevî di navbera cinsan û hemû pêkhateyan de serdest be. "

Şêniya bi navê Dalal Mihemed destnîşan kir ku peyman dê ruhê hevgirtinê xurt bike û mafên hemû civakên ku li her du taxan dijîn misoger bike. Her wiha got, "Em rastî gelek êrişan hatin, lê me li ber xwe da. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û peymanan pêk bînin, heta ku em herêma xwe Efrînê ji destên dagirkeriyê derxînin. "

(k)

ANHA