Hozan Mizgîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate bibîranîn

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hozan Mizgîn di salvegera şehadeta wê ya 33’yemîn de bi bîr anî û diyar kir ku Şehîd Mizgîn roleke pêşeng di aliyên civakî, leşkerî û çandî de lîst, bi dengê xwe bû nasnameya Kurd û bû sembola azadiya jinan û çanda demokratîk.

11 gulan, 2025   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 33’yemîn a şehadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin), Desteya Çand û Hunerê ya Reqa û Tebqayê bi hevkariya Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn, bi diruşma "Em ê bi ruhê 11’ê Gulanê û hunera şoreşgerî civaka demokratîk ava bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin" rêzeçalakiyên hunerî û çandî li dar xistin.

Çalakiya girseyî li navenda çandê ya Reqayê, bi beşdariya nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, rewşenbîr, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, pêk hat.

Di çalakiyê de hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran a kantona Reqayê Lîlav Xelîl axivî û got şehîd Mizgîn sembola fedayî, moralên bilind û hezkiriya welat bû. Şehîd Mizgîn roleke pêeşng di aliyên civakî, leşkerî û çandî de lîst û dengê wê ruhê nasnameya Kurd û berxwedanê hilgirt û ji bo azadiya jinan û çanda demokrtîk bû sembol.

Endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Cîhan Mihemed li ser rêwîtî û têkoşîna hunerî ya şehîd Mizgîn axivî û got: "Mizgîn meşaleya pêketibû. Hunera xwe ji bo pêkanîna felsefeya jiyana azad terxan kir û ji bo her jineke di oxira rûmet û azadiyê de tê dikoşe bû mînak."

Piştre li ser jiyana şehîd Mizgîn sînevîzyonek hat pêşkêşkirin, komên hunerî stranên niştîmanî pêşkêş kirin.

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê jî, bi heman boneyê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan şêniyan û hunermendên TEV-ÇAND’ê çalakiyek hat lidarxistin.

Her wiha endama navendê Zozan Mihemed diyar kir ku Hozan Mizgîn ji bo birêvebirina jinan di huner û siyasetê heta qada leşkerî de mînaka pêşengiyê bû û got: "Mizgîn dengê jinan li hember desthilatê bilind kir, çeka wê stran, gotin û dîlan bû."

Her wiha li ser jiyana hunermendên Kurd sînevîzyonek hat pêşkêşkirin. Di dawiyê de stranên şoreşgerî hatin gotin.

(fr)

ANHA

KOBANÊ

Reqa