Şaredariya Reqayê dest bi qîrkirina pira El Reşîd kir

Şaredariya Reqayê dest bi qîrkirina pira El Reşîd (pira nû) kir.

Şaredariya Reqayê dest bi qîrkirina pira El Reşîd kir
Şaredariya Reqayê dest bi qîrkirina pira El Reşîd kir
Şaredariya Reqayê dest bi qîrkirina pira El Reşîd kir
Şaredariya Reqayê dest bi qîrkirina pira El Reşîd kir
Şaredariya Reqayê dest bi qîrkirina pira El Reşîd kir
31 gulan, 2024   16:35
REQA

Di 2017'an de di dema pêngava rizgarkirina Reqayê de çeteyên DAIŞ'ê pira El Reşîd a naverasta bajarê Reqayê teqandin û di encamê de hat rûxandin. Şareariya Reqayê di dawiya 2022'yan de dest bi çaksazkirina pirê kiribû.

Şarederiya Reqayê pir xist bin taqîkirinê ku 90 erebe di ser re derbas kirin. Her wiha çira hatin danîn, herdu deriyên pirê hatin paqijkirin û rêyek ji bo peyayan hat amadekirin. Niha jî pir bi qateke ku qalindiya 7 cm e tê qîrkirin. Sibe jî ew ê bi qateke din were qîrkirin.

Rêveberên projeya qîrkirina pirê destnîşan kir ku piştî çend rojan dê pir  amade be û bikeve xizmetê.

(mh)

ANHA