Şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana komînan kir

Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo guhdarîkirin û xebatên komînan serdana komînên bajarê Qamişloyê kir. Gera şandeyê dê li bajarên din ên kantonê jî pêk bê.

15 mijdar, 2025   14:45
QAMIŞLO

Piştî pêkanîna Konferansa Komînan a li ser asta bajarên Kantona Cizîrê (28 Cotmeh 2025), guhdarkirin û derxistina biryarên girêdayî asta xebatên komînan, cihê komînan, aktîfkirina komîteyên wan û hwd, her wiha ji bo biryarnameya ku (28 Hezîran 2025) ji aliyê Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve têkildarî xebatên komîn û meclisan hatibû dayîn, şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana komînên bajarê Qamişloyê kir. 

Şandeya ku ji hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero, hevseroka Desteya Çandê Firyal Çolî, şêwirmenda Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Jiyan Dêrik, hevserokê Meclisa Gel a Bajarê Qamişlo Izedîn Gedo pêk tê, serdana komînên taxên Erbewiyê, Xerbî, Kornîş û Hilêliyê yên bajarê Qamişlo kir.

Şande ji hêla endamên komînan ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

Di serdanan de endamên komînan pirsgirêkên xwe yên ku rojane bi wan re derbas dibin, anîn ziman, di warê xurtkirina komîteyên li komînan, bilindkirina asta perwerdeyê û vegera koçberan a ser warê wan nîqaş hatin pêşxistin. Her wiha derbarê rewşa siyasî ya ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî tê re derbas dibe jî nîqaş hatin kirin.

Di serdanan de Evîn Siwêd diyar kir ku divê sîstema birêvebirin û dîtina komînan ne bi awayeke îdarî be, pêwîste komîn bihêle xelkên taxê berpirsyariyên xwe nas bikin, karibin bi hev re nirxên xwe biparêzin û li ser mijarên cuda xwe perwerde bikin.

Îlham Ehmed girîngiya hebûna komînan anî ziman û da zanîn ku bi komînan gel dikare xwe ji desthildariyê biparêze û xwe jê rizgar bike, lewma divê erka komînan baş were fêmkirin. Sîstema ku ew dixwazin pêk bînin, bi esasgirtina komînan tê pêkanîn û got: “Divê 24 saetan komîn li pêşiya gel vegirî be, komîn civakê bîne cem hev. Li şûna ku gel berê xwe bide dadgehan pêwîste bi rêya komîteya lihevkirinê pirsgirêkê xwe çareser bike.”

Li gorî agahiyên ku me ji Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê girtine, wê gera şandeyê li bajarên din ên kantona Cizîrê dewam bike.

(sb)

ANHA