MXDŞ: Biryara girtina PADÊ weke dewama fermanê ye

MXDŞ'ê biryara girtina PADÊ weke bêrêziya li hemberî civaka Êzidî nirxand û got, "Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde. Hevkariya bi dewleta Tirk re wê belayên mezin bîne serê gelên Iraqê û wê Iraqê parçe bike."

MXDŞ: Biryara girtina PADÊ weke dewama fermanê ye
6 tebax 2024   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser girtina PADÊ û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Serokkomarê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya li Iraqê de peymana ji 26 xalan bi Iraqê re îmze kir û hate gotin, yek ji wan biryaran jî li ser qedexekirina îradeya siyasî ya Êzidiyan bû û biryara dadgeha federal a Iraqê jî weke biryara dewleta Tirk hate binavkirin.

Di dewama daxuyaniya MXDŞ’ê de biryara Iraqê ya di salvegera fermanê de weke dewama fermanê hate nirxandin û hate gotin, "PADÊ ji roja ava bûye heta niha li gorî qanûnên Iraqê tevgeriya ye. Heya niha bi dehan kongre û konferans lidarxistiye, tevlî hilbijartinan bûye. Di hilbijartinê de tevî ku bi ser ket jî bi lîstokên dewleta Tirk û PDK’ê nehiştin bikeve parlementê û encûmena Mûsilê."

'EV BIRYARA DEWLETA TIRK E'

MXDŞ’ê di daxuyaniyê de biryar weke encama hevdîtinên Iraq û dewleta Tirk nirxand û got: "Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê girtina PADÊ weke encama hevdîtinên dewleta Tirk û Iraqê dibînin. Ev biryar ji dewleta Tirk qut nîne. Ev jî bendeke peymana wan ji 26 xalî pêk dihat bû. Di bendên vê peymanê de biryarên dijî civaka Êzidî hebû."

'HEVKARIYA BI DEWLETA TIRK RE WÊ IRAQÊ PARÇE BIKE'

MXDŞ’ê bang li hikûmeta Iraqê kir ku dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde û ev hişyarî da: "Hevkariya Iraqê ya bi dewleta Tirk wê belayên mezin bîne serê Iraqê û wê parçebûnê bixe nava gelên Iraqê. Divê Iraq demildest dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde, li aliyê gelê xwe raweste."

'BÊRÊZÎ YE'

MXDŞ'ê biryara girtina PADÊ weke bêrêziya li hemberî civaka Êzidî nirxand û got, "Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde. Hevkariya bi dewleta Tirk re wê belayên mezin bîne serê gelên Iraqê û wê Iraqê parçe bike. Divê Iraq demildest dest ji vê hevkariyê berde û xwe bi gelê xwe re bike yek. Li cihê ku di salvegera fermanê de jenosîda Êzidiyan nas bike, biryaran dijî Êzidiyan û partiya wan digire. Ev bêrêziye li beramber civaka me ya Êzidî ye."

BANGA LI GEL

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) di daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî jî kir û got: "Em careke din bang li gelê xwe dikin ku bi hemû hêza xwe li partî û saziyên xwe xwedî derbikevin û vê bê rêziya Iraqê ya li dijî civaka Êzidî qebûl nekin."

MXDŞ’ê her dawî bang li dadgeha federal a Iraqê jî kir û got: "Divê dewleta Iraqê û dadgeha Federal  biryara xwe hilweşîne û careke din bi biryarên dewleta Tirk tevnegere."