Şandeya Pakistanê gihîşt Tehranê

Di çarçoveya hewldanên Îslamabadê yên navbeynkariya navbera Amerîka û Îranê de, dehfdana hewldana aramkirinê û nêzîkirina nêrînan, Fermandarê artêşa Pakistanê bi serokatiya şandeyek hikumetê ya payebilind gihîşt Tehranê.

Şandeya Pakistanê gihîşt Tehranê
15 nîsan, 2026   21:00
NAVENDA NÛÇEYABN

Fermandarê artêşa Pakistanê general Asim Munîr bi serokatiya şandeyek payebilind ku wezîrê hundirîn Muhsin Neqwî jî di nav de gihîşt Îranê. Di çarçoveya hewldanên Pakistanê yên berdewam ên navbeynkariya navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê de şandeyk serdana Îranê kir.

Artêşa Pakistanê di daxuyaniyekê de anî ziman ku armanc ji vê serdanê nîqaş bi berpirsên Îranê re di çarçoveya dehfdana hewldanên aramkirin û nêzîkirina nêrînên her du aliyan de bên kirin. Li gorî raporên ragihandinê, şandeyek peyama Washingtonê ji Tehranê re hilgirtiye û wê prosurderên girêdayî gera duyemîn a danûstandinan nîqaş bikin.

(fr)