Bloomberg: DYA û Îran dirêjkirina agirbestê lêkolîn dikin

DYA û Îran, beriya bidawîbûna dema agirbestê ya niha di sêşema bê de, li ser dirêjkirina peymana agirbestê ji bo 2 hefteyên din difikirin

Bloomberg: DYA û Îran dirêjkirina agirbestê lêkolîn dikin
15 nîsan, 2026   21:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Bloombergê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îran li ser dirêjkirina peymana agirbestê ji bo 2 hefteyên din beriya dema bidawîbûna wê ya roja sêşemê difikirin, da ku ji bo berdewama danûstandinan û gihîştina rêkeftineke aştiyê bêtir dem bidin.

Li gorî çavkaniyekî, nexwest navê xwe aşkera bike, navbeynkar niha dixebitin ku civînên teknîkî di navbera her du aliyan de saz bikin da ku pirsgirêkên herî tevlihev ên di pêvajoya danûstandinan de çareser bikin.

Xalên herî berbiçav ên nakokiyê vekirina Tengava Hurmuzê û bernameya dewlemendkirina uranyûmê ya Îranê ne. Her du jî pirsgirêkên sereke ne ku rê li ber pêşketineke biryardar digirin.

(fr)