Hejmara kesên di êrişa dibistana Mereşê de mirine derket 9’an

Li Mereşê di êrişa çekdarî ya li hember dibistanê de hejmara miriyan derket 9’an.

Hejmara kesên di êrişa dibistana Mereşê de mirine derket 9’an
15 nîsan, 2026   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê li hember dibistaneke navîn êrişa çekdarî pêk hat. Piştî êrişê gelek ambulans hatin sewqkirin. Hat ragihandin ku êriş ji hêla xwendekarê pola 8’an Î.A.M. ve hat kirin.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Wezîrê Karê Hundir Mustafa Çîftçî da zanîn ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 9’an. Di dema êrişê de 6 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku hîn jî sedema êrişê nehatiye tespîtkirin. Piştî êrişê 2 roj navber dan dibistanên Mereşê.

DEM PARTÎ BANGA AVAKIRINA KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ KIR

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiya DEM) derbarê êrîşên çekdarî yên li ser dibistanên navçeya Siwêreg a Rihayê û navçeya Onikişubat a Mereşê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin êrîşên di du rojên dawî de "hişyariyek cidî" ne û rewşa ku derketiye holê berpirsiyariya siyasî derxistiye holê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tundûtûjî ne tenê pirsgirêkek takekesî ye; zimanê tundûtûjiya civakê, xizanî, newekheviya dahatê û polîtîkayên heyî ev rewş kûrtir kiriye.

Daxuyaniyê bal kişand ser qetilkirina jinan û cînayetên li cihê kar û karanîna madeyên hişbirê û hat diyarkirin ku êrîşên çekdarî yên li ser saziyên perwerdehiyê krîzek civakî ya cidî nîşan didin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Sîstemek perwerdehiyê ku nikare zarokan biparêze û pêşî li tundûtûjiyê bigire ne domdar e."

DEM Partî banga avakirina komîsyonek lêkolînê ya berfireh li Meclîsê kir û diyar kir ku divê bûyer bi awayekî serbixwe û zelal bi hemû aliyan de were lêkolînkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî tundûtûjiya di nav zarokan verastkirinên qanûnî bên çêkirin û berpirsiyar hesab bidin.