Şandeya Îmraliyê pêşwaziya Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî kir

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, pêşwaziya Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî kir. Di hevdîtinê de têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelek mijar hate gotûbêjkirin.

Şandeya Îmraliyê pêşwaziya Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî kir
15 hezîran, 2026   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

 Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Budan û Mîthat Sancar, li Meclisê Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî (UEL) re civiya.

 Hevserokê UEL'ê û Parlamenterê AKEL a Qibrisê George Loucaides, Hevseroka UEL'ê û Endama Senatoya Spanyayê ya ERC'ê Laura Castel, Alîkarê Serokê Koma UEL'ê û Endamê Senatoya Fransayê yê ji Koma Fransa ya Serî Natewîne Emmanuel Fernandes, Seroka Rûmetî ya MPKE'yê Tiny Fox û Sekretera Koma UEL'ê Anna Kolotova beşdarî hevdîtinê bûn.

 Di hevdîtinê de hûrgiliyên hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, qonaxa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gavên divê bên avêtin, hatin nirxandin.