Rûsyayê ragihand ku 2 bajarokên Ukraynayê kontrol kirine

Rûsyayê ragihand ku di hefteya borî de 10 moşekên ATACMS û moşekên Himars ên amerîkî îmha kirine û 2 bajarokên Ukraynayê jî xistine bin kontrola xwe.

Rûsyayê ragihand ku 2 bajarokên Ukraynayê kontrol kirine
29 mijdar, 2024   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku sîstema wê parastina hewayî di hefteya borî de 10 moşekên ATACMS û moşekên Himars ên amerîkî îmha kirine ku ber bi axa Rûsyayê ve hatibûn avêtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên Rûsyayê 2 qaîdeyên moşekên Grom-2 û navendên komkirina moşekan a hêzên Ukraynayê rûxandin.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên Rûsyayê 22 êriş li dijî kargehên hilberandina pêdiviyên leşkerî yên stratejîk ên Ukraynayê pêk anîn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê bajarokên Vovorovskoye û Novaya Ilyinka yên Ukraynayê xistine bin kontrola xwe.

Li gorî agahiyên ku wezaretê parve kirine, hêzên Rûsyayê di hefteya borî de bersiva 53 êrişên hêzên Ukraynayê dan, 2 hezar û 910 leşkerên artêşa Ukraynayê kuştine û 2 tank îmha kirine.

(bb)