Şehîd Şîlan û hevrêyên wê hatin bibîranîn

Endama Komîteya Navendî ya PYD’ê şehîd Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê li Lubnanê hatin bibîranîn.

Şehîd Şîlan û hevrêyên wê hatin bibîranîn
29 mijdar, 2024   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Ragihandinê ya rêxistina Kongra Star a Lubnanê, ji bo bîranîna endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şehîd Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê şehîd Zekeriya Îbrahîm, şehîd Hikmet Tokmak (Fuad), şehîd Nebû Elî (Cemîl) û şehîd Hacî Cuma Elî (Ciwan) ku di 29’ê Mijdara 2004ˈan de li bajarê Mûsilê yê Iraqê bi komployeke hevbeş a rejîma Baasê û dewleta Tirk a dagirker hatibûn şehîdxistin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de şehîd Şîlan û hevrêyên wê hatin bibîranîn û soza berdewamkirina têkoşîna ji bo azadî û rûmetê hate dayîn.

Di daxuyaniyê hate gotin: "Heta ku dadmendî û aştî pêk were, em ê li dû şopa şehîdan bin.”

Di daxuyaniyê de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

(k)

ANHA