Tevgera Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê didomin; ciwanek hat girtin

Hêzên Îsraîlê li Quneytîrayê ciwanek girt û li Derayê jî agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Tevgera Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê didomin; ciwanek hat girtin
2 hezîran, 2026   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me, hêzên Îsraîlê duh derengî şevê bi 10 erebeyên leşkerî ketin gundê Eyn Zîwan ê Quneytîrayê û bi ser malan de girt. Çavkaniyan da zanîn ku hêzên Îsraîlê di serdegirtinê de ciwanek girtiye.

Hate ragihandin ku yekîneyeke din a Îsraîlê ket herêma Telet Deriyat ê rojavayê gundê Meleqe yê Quneytîrayê. Gund ku nêzî xeta jihevbirina pevçûnan (1974) e, berê nuqteyeke leşkerî bû.

Di heman demê de hêzên Îsraîlê di çarçoveya projeya asêkirinê ya bi navê "Sofa 53" de ku li beramberî xeta Colanê ye, derdora girê Ekaşa yê nêzî gundê Berîqa yê Quneytîrayê koland.

Li gundên Mesrîtiyê û Seysûn ên herêma Hewza Yermûk ê gundewarên rojavayê Derayê ji ber topbarana Îsraîlê agir bi zeviyên genim û ceh ket. Li gorî Saziya Parastina Sivîl a Sûriyeyê derdora 3 donimê çandiniyê şewitî.

(bb)