Biryarnameya 2533’an hat betalkirin û Qanûna karmendên dewletê dîsa ket meryetê

Biryarnameya 2533‘yan a têkildarî karmendan a  2025‘an hat betalkirin û Qanûna Bingehîn a Karmendên Dewletê ya hejmar 50‘î ya sala 2004‘an, dîsa dikeve meryetê

Biryarnameya 2533’an hat betalkirin û Qanûna karmendên dewletê dîsa ket meryetê
10 îlon, 2026   18:15
ŞAM

Serkertaryaya Giştî ya Serokkomariyê biryarnameya 2533‘yan a têkildarî kar û barên karmendên saziyên deweletê ku 27`ê Tebaxa 2025`an derxistibû belat kir. Serkertaryayê li şûna wê qanûna sereke ya karmendên dewletê ya 50‘î ya sala 2004`an piştî ku hin bendên wê nû kirin, careke din dixe meryetê.

Di biryarnameya berê de rêgez û mercên têkildarî veguhestina karmendan, tayînkirina demkî û nûkirina girêbestan hatibûn danîn. Ji bo hin mercan pêwîst bû liSerkertaryaya Giştî ya Serokkomariyê bê vegerandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane nûçegihanên me, piştî ku biryarname ji aliyên peywendîdar re hatin şandin, hin wezîran maf da saziyên girêdayî xwe ku li şûna wan biryarên girêdayî rewşa karmendan bidin. Lê di rewşên veguhestina karmendan bo cihê vala yê nûhatî şert ku ji aliyê wezîr ve were pejirandin.

DAXWAZÊN VEGUHESTINÊ DI XWENDINA BILIND DE

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me, Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, bi dehan daxwaznameyên veguhestinê ku ji mehan ve hatibûn rawestandin, ji aliyên peywendîdar ên wezaretê re hat şandin da ku biryarê der barê wan de bidin.

Çavkaniyan diyar kirin ku di nav wezaretê de, pêşî ji bo daxwaznameyên veguhestina hundirîn (di nava bajar û bajarokên parêzgehekê de) tê dayîn. Lê daxwaznameyên veguhestinê bo derveyî dê li gorî pisporî û hewcedariya rastîn bêne lêkolînkirin û pejirandin.

Çavknaiyan dane zanîn ku daxwaznameyên veguhestinê ya ber bi wezaret û saziyan ve ku mûçeyên wan zêde ye, nemaze saziyên girêdayî Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezareta Perwerde û Fêkirinê zêde bûne, Li gorî pisporî û asta kar jî zêdebûna mûçeyê di hin karan de digihîje nêzî 5 milyon lîreyî. Di heman demê de, daxwaznameyên ku ji dergehên deryayî gihîştine wezaretê hîn li benda biryardanê ne.

PEYMANÊN KAR (GIRÊBEST)

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê di Tebaxê de ragihandibû ku wan ji 32 hezar û 545 daxwaznameyên nûkirina girêbestan 31 hezar û 800 girêbest nû kirine. Wezaretê destnîşan kiribû ku piştî şopandina zêdebûna endaman li hinek deveran wan hinek karmend vegerandin cihê wan ên destpêkê.

ÎSTÎFAKIRIN Û DERKETINA PISPORAN A JI KAR

Çavkaniyan dane zanîn ku di vê demê de veguhestin, tayînkirina demkî û nûkirina girêbestan rawestiyan, hin kesan îstifa kirin û hin kadroyên pispor ji saziyên sektora giştî derketin û berê xwe dan sektora taybet.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku mûçeyên hin karmendên nû ku bi navê karmendên "Şoreşê" tên naskirin di navbera 600-10000 dolarî de ye, lê mûçeyên karmendên kevin ku karê didomînin hîna nêzî mîlyon û 500 hezarî ne.

Serkertaryaya Giştî ya Serokkomariyê di biryareke berê de diyar kiribû ku heya alternatîfên guncaw neyên peydakirin ew dev ji xebatkarên xwedî ezmûn û pisporiyê bernade.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyane dane çegihanên ANHA`yê, saziyên gumrik û deriyên sînorî  bi biryarên ku dane, bi sedan karmend veguhestin Deriyê El Tenef. Her wiha aşkera kirin ku hejmarek karmend piştî çûn deriyê Tenefê cihên guncaw ên pêşwazîkirin û kar nedîtin, loma neçar mane îstîfayê pêşkêş bikin.

KARMENDÊN TENDURISTIYÊ LI HESEKÊ

Li parêzgeha Hesekê, karmendên tenduristiyê yên Wezareta Tenduristiyê yên hikumeta veguhêz ku ji 3 mehan ve mûçeyên xwe nestandine, duh bi çalakiyekê daxwaza mûçeyên xwe kirin.

(sb)

ANHA