Li Sûriyeyê di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di rojekê de 9 kes hatin kuştin.

Li Sûriyeyê di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin
27 gulan, 2025   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de 9 kes hatine kuştin.

SOHR’ê der barê mijarê de diyar kir ku li kolana Qamişlo ya li bajarê Hesekê ciwanek bi navê "Rakirina tolê" hat kuştin, li taxa Xiwêran a heman bajarî jî zarokek ji ber teqîna bombeyek destan jiyana xwe ji dest da, her wiha li gundewarê Hesekê jinek bi şaştî ji ber teqandina guleya çekê jiyana xwe ji dest da.

Heman navendê destnîşan kir ku li gundê Zefera Mezin ê Idlibê cotkarek ji ber teqîna mayînekê ya bermehiyên şer jiyana xwe ji dest da û li Helebê jî endamekî Firqeya 62`an a desthilata Şamê ji ber teqîna guleyên roketekê ya bermehiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hate diyarkirin ku komeke çekdarên nenas li ser rêya di navbera gundewarê Hema û bajarê Misyafê de ciwanek qetil kir.

Hate diyarkirin ku li herêma Kendîsiyê yê gundewarê bakurê Lazqiyê ji ber nakokiyên di navbera wan de 3 ciwanên Elewî ji şivanên koçer ve hatin qetilkirin.

(bb)