Efrîniyên li Reqayê: Dawî li dagirkeriyê bînin

Kombenda Efrînê ya Civakî qirkirina xwezayê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, şermezar kir û bang li saziyên hiqûqî yên navneteweyî kir ku dawî li dagirkeriyê bînin.

Efrîniyên li Reqayê: Dawî li dagirkeriyê bînin
Efrîniyên li Reqayê: Dawî li dagirkeriyê bînin
30 tîrmeh 2024   15:46
REQA

Rêxistina Kombenda Efrînê ya Civakî ya Kantona Reqayê têkildarî şewitandina xwezayê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna koçberên Efrînê yên li Reqayê li Çerxerêya Neîm hat xwendin.

Endamê kombendê Selah Ebdo daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina Efrînê ve sûcên revandin, windakirina bi darê zorê, desteserkirina milkan, wêrankirina cihên dîrokî û şewitandina daran didomîne.

Selah Ebdo destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan in.

Ebdo bêdengiya rêxistinên hiqûqî, herêmî û navneteweyî yên li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li wan kir ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê û vegera ewle ya koçberan li warê xwe, zextê bikin.

(bb)

ANHA