Leşkerekî Hizbullahê hat kuştin
Hate ragihandin ku leşkerekî Hizbullahê di êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê de hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên wê yên li dijî 10 baregehên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê de leşkerekî Hizbullahê hatiye kuştin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate diyarkirin ku di êrişên bejahî û yên hewayî de endamekî Hizbullahê li herêma Beyt Lîf hat kuştin. Hate gotin: "Depoyeke çekan, binesazî û baregehên leşkerî û dikên avêtina moşekan ên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê hatin rûxandin.”
Li gor Sky Newsê jî, balafirên şer ên Îsraîlê derdora deriyê başûr ê têketina bajarokê Cibşît û bargeheke li navçeya Nebta ya li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
(bb)