RONUS: Divê em dijî êrişên dewleta Tirk bêdeng nebin

Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RONUS) derbarê êrişa dewleta Tirk ya li ser rojnamevanan de got; “Mixabin îro di encama êrişekê de du rojnamevanên jin jiyana xwe ji dest dan. Nabe em li dijî êrişan bêdeng bin.”

RONUS: Divê em dijî êrişên dewleta Tirk bêdeng nebin
23 tebax 2024   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RONÛS) derbarê êrişa dewleta Tirk ya li ser rojnamevanan ku di encamê du rojnamevan şehîd bûn, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Em êrişê bi tundî şemrezar dikin, ev êriş hewlek tirsonek û pbinpêkirina hemû pîvanên mafê mirovane. Li gorî me hedef girtina rojnamevanan ya di pêşbaziya leşkerî de, karek ne mirovaneye. Di yasayên navneteweyî de, nabe êrişî rojnamevanan were kirin û weke sucek şer tê pênasekirin. Em vî sucî şermezar dikin. Ji bo rawestandina êrişên ser xelkê Herêma Kurdistanê, em bang dikin zextek mezin were çêkirin. Xaka me tê dagirkirin û her roj li cihek jiyana welatiyên me dibe qurbanî, niha jî gihiştiye wê astê ku dest di avêjin jiyana rojnamevanan.

Em bang li hikumeta Iraqê û saziyên ewlekariyê dikin, hemberî êriş û dagirkeriya li ser Herêma Kurdistanê bi erkê xwe rabin û êdî nebin temaşevanê kuştina zarokên Kurd. Em bang li hemû konsolxane, nûnertiyên welat û rêxistinên mafê mirovan dikin, ji bo rawestandina êrişan pêngavên cidî bavêjin û rojnamevan werin parastin. Em ji malbat, kesûkar, rojnamevan û televziyona Sterk Tv re sersaxiyê dixwazin.”