Berxwedana xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat silavkirin

Pêkhateyên kantona Cizîrê helwesta xelkê berxwedêr ê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir û got: "Rêxistinbûyîna li gorî pransîba şerê gel ê şoreşgerî têrê dike ku tevahî planên dijber têk bibe."

Berxwedana xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat silavkirin
1 kanûn, 2024   05:10
QAMIŞLO

Çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" bêyî tu berxwedanekê ji hêzên hikumeta Şamê ve gelek taxên bajarê Helebê kontrol kirin.

Di nava van pêvçûnên heyî de xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin kirine ku taxên xwe li dijî her êrişekê biparêzin.

Xelkê xwe bi rêxistin kirine, ji ajansa me re axivîn û got ew ê li gorî berxwedana 2016ˋan li hember çeteyan raber kiribûn, taxên xwe biparêzin.

Di vê çarçoveyê de xelkê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xelkê her du taxan a berxwedana li dijî her êrişekê silav kir.

Welatiyê bi navê Elî Kêrî got: "Tişt li Helebê îro diqewime û êrişên Heyet Tehrîr El Şam dikevin xizmetî planên dewleta Tirk a dagirker."

Kêrî wiha domand: "Helwesta xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya xweparastin û berxwedanê gaveke di cih de û aqilmendî ye ku xwe, mal û milkên xwe biparêzin."

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Seed Ebas jî got: "Careke din sînaryoya teslîmkirin û teslmîbûyînê ya di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de dest pê kirin. Vê carê jî ji bajarê Helebê de bû."

Ebas anî ziman ku armanca giştî ji van bûyeran projeya neteweya demokratîk a xwe dispêre biratiya gelan e. Ji lew re divê tevahî pêkhate mal û taxên xwe biparêzin.

Welatiya bi navê Nesrîn Hemdo jî got ew piştgiriya xwe ji xelkê her du taxan re nîşan didin.

Nesrînê wiha domand: "Xwespartina li xweparastinê rêbaza yekane ya parastina li hember astengî û zehmetiyan e."

(fr)