Rojnameyên erebî: Serdema ku herêma Başûrê Kurdistanê xwe bi rê ve bibe bi dawî dibe

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine têkildarî rewşa li Başûrê Kurdistanê, geşedanên li Xezayê û bandorên wê yên li rewşa Îsraîlê nivisîn.

Rojnameyên erebî: Serdema ku herêma Başûrê Kurdistanê xwe bi rê ve bibe bi dawî dibe
23 ÇILE, 2024   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rjnameya El Ereb têkildarî rewşa Başûrê Kurdistanê nûçeyek bi sernavê “Li gorî tehmînên analîzvanan serdema ku herêma Başûrê Kurdistanê tê de kariye xwe bi rê ve bibe bi dawî dibe" nivisî.

Rojnameyê diyar kir ku metirsî hene hegemonyaya desthilata federal bi rêya Dadgeha Federal li herêmê zêde bibe, ev azadiya berfireh a Herêma Kurdistanê ji bo ku kar û barên xwe bi rê ve bibe, dixe xetereyê.

Rojnameyê destnîşan kir ku hin siyasetmedarên Kurd ji erkdarkirina Dadgeha Federal bi fikar in, nemaze li herêmê parçebûn heye ku hewldanên sekna li hember hegemonyaya Dadgeha Federal asteng dike.

Berovajî tehmîn û pêşbînên çavdêrên ji derve, li hember guhertina desthilatê û ketina wê bi destê Bexdayê xemsar in, ji ber ku dan û standina nebaş a PDK û YNK`ê hişt ku destwerdana Bexdayê di kar û barên Başûrê Kurdistanê de bên qebûlkirin.

‘ÎSRAÎL PÊŞNIYAR DIKE RÊVEBERÊN PAYEBILIND ÊN HEMASÊ JI XEZAYÊ DERKEVIN’

Der barê rewşa li Xezayê de rojnameya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe dispêre raporên rojavayî, Îsraîlê di çarçoveya agirbestê de pêşniyar kir ku rêveberên payebilind ên Hemasê ji Xezayê derkevin.

Li gorî rojnameyê, ev pêşniyar di meha borî de herî kêm du caran ji aliyê serokê îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) ve hatiye nirxandin, yek li paytexta Polonyayê Warşovayê û ya din dema wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Îsraîlê kir.

‘REWABÛNA NETANYAHU LI GEL HEWLDANÊN BETALKIRINA PÊBAWERIYÊ HEJIYA’

Rojnameya the Independent Arab cih da dîmenên li Knesseta (meclis) Îsraîlê roja duşemê dema bi dehan malbatên dîlgirtiyên Îsraîlê yên li Xezayê yên li Qudsê çalakiyan dikin, ketin Knessetê û diyar kir ku ev dîmen, parçebûn û tevliheviya li Îsraîlê nîşan dide.

Her wiha rojnameyê daxuyand ku hemwextî hewldana malbatên dîlgirtiyan, partiyên muxalif hewl didin hikumetê ji hev bikin û hilbijartinên pêşxwext li dar bixin, bi rêya pêşniyara betalkirina pêbaweriyê ku Partiya Kar di Knessetê de xistiye dengdayînê.

Rojnameyê aşkera kir ku ev pêşniyar bi piraniya dengên 61 endamên rastgir bi bin ket, ji ber wê serokê muxalefetê Yair Lapid, bang li serokê hikumetê Benjamîn Netanyahu kir ku demekê ji bo lidarxistina hilbijartinên diyar bike.

(şx)