Kuştiyên artêşa Îsraîlê gihîştin 219 kesan

Ji 27'ê Cotmehê heta niha operasyona bejahî ya artêşa Îsraîlê ya li Şerîda Xezeyê, kuştiyên artêşê Îsraîlê gihîştiye 219 kesan.

Kuştiyên artêşa Îsraîlê gihîştin 219 kesan
23 ÇILE, 2024   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Artêşa Îsraîlê sibeha Sêşemê daxuyaniyek da û ragihand ku 21 leşkerên din di dema operasyona li Xezeyê de hatine kuştin.

ji 27'ê Cotmehê heta niha operasyona bejahî û vir ve hejmara kuştiyên artêşa Îsraîlê gihîşt 219 kesan.

Ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşa Hamasê ya li ser xaka Îsraîlê û vir ve jî ev hejmar gihîşiye 556 kesan.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, di encama êrîşên Îsraîlê de heta niha herî kêm 25 hezar û 295 kes li Xezeyê hatine kuştin. Hate ragihandin ku piraniya qurbaniyan jî jin û zarok bûn. Her wiha 63 hezar kes jî birîndar bûn.