Rojnameyên erebî: Metirsî hene ku şerê Îsraîl û Îranê berfireh bibe

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da kûrbûna aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de, tevliheviya li Iraqê, her wiha dosyaya nukleerî ya Îranê.

Rojnameyên erebî: Metirsî hene ku şerê Îsraîl û Îranê berfireh bibe
27 kanûn, 2023   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de kuştina fermandarekî payebilind ê Feyleq El Quds Redî Mûsewî wekî yek ji encamên rageşiya Îsraîlê ya li hemberî Îranê hat nirxandin. 

Hate diyarkirin ku ev bûyer herêmê nêzî şerekî berfireh dike, nemaze piştî ku Îsraîlê gefên tolhildanê li hemberî Sûriye, Yemen, Lubnan û Iraqê yên milîsên alîgirên Îranê lê hene, xwarin. Li gorî nivîsê; "Îranê ji ber kuştina Mûsewî soza bersivdayînê da, Îsraîl jî vê yekê wek gefeke cidî dibîne. Pisporên li Îsraîlê pêşbîn dikin ku di rojên bê de li eniya bakur rageşî gurtir bibe.”

‘IRAQ BER BI TEVLIHEVIYÊ VE DIÇE’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku rayedarekî payebilind ê Iraqê aşkera kir ku piştî êrişa koma çekdar a li ser baregeha Herîr a li Hewlêrê û bersiva ji aliyê DYA’yê ve ku avahiyên Heşdî Şabî yên li başûrê Bexdayê kirin hedef, duh (sêşemê) peywendiyên berfireh ji bo aramkirina rewşê dest pê kirin. Hate diyarkirin ku çavkaniyên iraqî behsa vê yekê dikin ku hikumeta Iraqê jî bê çare ye, ji ber ku xebatên wê heta niha armancên aramkirineke mayînde pêk neanîn. Her wiha li gorî nivîsê hate destnîşankirin ku ‘Hevpeymana Hêzên Dewletê’ ya bi serokatiya Emar El Hekîm û serokwezîrê berê Heyder El Ebadî hişyarî da ku rageşiya leşkerî û ewlehî ya di navbera DYA û hêzên Iraqê de ber bi alozî û tevliheviyê ve biçe.

‘DYA JI BER RAPORÊN ZÊDEKIRINA HILBERANDINA URANYUMÊ A IRANÎ BI FIKAR E’

Tora El Hura di rojeva xwe ya îro de cih da dosyaya nukleerî ya Îranê û diyar kir ku berdevkê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî ragihand ku DYA ji ber rapora Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê ya têkildarî zêdekirina hillberandina uranyumê ya dewlemendkirî ya Îranê gelekî bi fikar e.

(bb)