Gundekî Silêmaniyê hate bombebarankirin

Balefirak bê mirov a bi çek cihek li nêzî gundê Tuteqele yê li qontara Xalxalan a ser bi bajarê Silêmaniyê ve bombebaran kir.

Gundekî Silêmaniyê hate bombebarankirin
27 kanûn, 2023   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews’ê, di saetên sibehê de balafirek bê mirov a bi çek ku guman tê kirin a dewleta Tirk a dagirker e, cihek li nêzî gundê Tuteqele yê li qontara Xalxalan a li bajaroka Axceler ya ser bi Çemçemalê ya bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Piştî bombebaranê jî balafira bê mirov li asîmanê herêmê digere.

Beriya niha jî heman dever ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatibûn bombebarankirin.