Rojnameyên erebî: Kuştina Heniye û Şikur aloziyê mezintir dike

Rojnameyên erebî ku di weşanên xwe yên îro de cih da kuştina Îsamîl Heniye û Fûad Şikur diyar kir ku kuştina her du kesan rewşa siyasî serûbin kir û ji lêgerîna li çareseriyan dîplomatîk veguherand şerekî ku herêmê bi rewşeke pir xeternak ve dibe.

Rojnameyên erebî: Kuştina Heniye û Şikur aloziyê mezintir dike
1 tebax 2024   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeya xwe ya bi sernavê "Şerq El Ewsat li benda bandorên kuştina Heniye û Şikur e" de destnîşan kir ku kuştina serokê polîtbureya siyasî yê Tevgera Hemasê Îsamîl Heniye û fermandarê Hizbullah Fûad Şikur aloziya li Rojhilata Navîn zêdetir kiriye û hiyar didin ku tevahî herêm li pêşberî şerekî ye ku dibe veguherîne şerekî herêmî yê berfireh.

Rojnameya Ereb nûçeyek bi sernavê "Rojhilata Navîn: Rojeke bi kuştinan tijî ye" weşand. Di nûçeyê de îşaret bi kuştina Heniye û Şikur hat kirin. Hate gotin ku herêma Rojhilata Navîn di rewşeke tevlihev û şerekî herêmî de ye. Rojnameyê diyar kir ku kuştina her du rayedaran hêza îstîxbaratî ya Îsraîlê û asta binpêkirinên wê yên li Îran û hevalbendên wê nîşan dide.

Rojnameya El Xelîc jî gotarek bi sernavê "Herêm li ser devikê volkanekê ye" weşand. Rojnameyê diyar kir ku di çend saetên dawîn de rewşa giştî ya herêmê bi awayekî dramatiîk veguherî û hate gotin: "Rewş ji lêgerîna li çareseriyên ji bo şerê Îsraîlê yên li ser Xezayê veguherî aloziyê, dibe ku veguherî şerekî berfireh ku mirov nikare encam û bandorên wê yên li ser ewlehî  û aştiya li cîhanê texmîn bike."

Rojnameyê diyar kir ku hedefkirina Fûad Şikur û Îsmaîl Heniye rewş serûbinî kir û piştrast dike ku "Hikumeta Îsraîlê ya bi serokatiya Benjamin Netanyahu, çareseriyek an aştiyê naxwaze, lê belê qada nakokiyan berfireh bike, dibe ku sînorê xwe yê heyî jî deras bike û DYA’ê bikişîne nav."

Her wiha hate diyrkirin ku siyaseta rageşiyê ku Îsraîlê dimeşîne bi hemû aliyên xwe xetere ne "Ji ber ku şer gûr dike û herêmê bi xetereyan re rû bi rû dihêle. Eger DYA’yê ji bo berjewendiyên Netanyahu û hikumeta wê beşdarî şer bibe, bibe ku destwerdanên herêmê û navneteweyî jî çêbibin."

(bb)