Rojnameyên erebî: Îran ne amade ye şerê DYA’yê bike

Helwesta Îranê ya li hemberî êrişa Îsraîlê ya li dijî balyozxaneya wê ya li Şamê, tevgera DAIŞ û geşedanên li Sûdanê rojevên rojnameyên erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: Îran ne amade ye şerê DYA’yê bike
9 nîsan, 2024   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî helwesta Îranê ya li hemberî êrişa Îsraîlê ya li dijî balyozxaneya wê ya li Şamê nûçeyek bi sernavê "Tehran ne amade ye li hemberî Washingtonê bisekine, her êrişeke wê ya li dijî Îsraîlê dê bi rêya wekîlan pêk were" weşand. 

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên îstîxbarata DYA’yê girtine, diyar kir ku îhtîmaleke mezin heye ku her êrişeke Îranê ya li dijî Îsraîlê bi rêya wekîlên wê yên herêmê pêk were. Hate gotin: "Li gorî texmînên îstîxbarata DYA’yê; Îran ji komên çekdar ên alîgirên xwe xwestiye êrişeke berfireh li dijî Îsraîlê pêk bînin. Çavkaniyan da zanîn ku dibe êriş vê hefteyê pêk were. Yek ji wan çavkaniyan diyar kir ku rîsk gelekî zelal e. Niha tevahî amadekariyên êrişan kirine û li benda dema guncaw in. Di heman demê de her çavkaniyên îstîxbarata DYA’yê got diyar e Îran bi xwe ne amade ye êrişî DYA’yê bik."

‘DAIŞ SÛDÊ JI ALOZIYÊN HEVRIKÊN XWE DIGIRE, ÇALAKIYÊN XWE ZÊDE DIKE’

Rojnameya Ereb El Londoniye bal kişand ser tevgerên DAIŞ’ê. Hate diyarkirin ku mijûlbûna hêzên navneteweyî bi şerên li Ukrayna, Xeza û şerê Îsraîl û Îranê yê li Sûriyeyê, nefesekê dide DAIŞ’ê.

Her wiha hate gotin, DAIŞ hewl dide careke din êrişên xwe bidomîne û plana xwe ya siberojê li Sûriyeyê û Iraqê bixebitîne.

‘SÛDAN: LIHEVKIRIN LI SER NEXŞERÊYA AFRÎKAYÎ WEKÎ BINGEHA DIYALOGÊN LI CEDAYÊ ÇÊBÛYE’

Der barê Sûdanê de Tora SKY News Arabia ku agahiyên xwe spartine çavkaniyekî, îşaret pê kir ku navendên dîplomatîk ên rojavayî fermandarên artêşa Sûdanê agahdar kirine ku nexşerêya Afrîkayê dê bibe bingeheke diyalogên muhtemel ên ji bo agirgestê yên bi Hêzên Piştevaniya Lezgîn re.

Hate gotin: “Çavkaniyan aşkera kir ku di encama gera vê dawiyê ya nûnerê Amerîkayê yê Sûdanê Tom Perriello ya li herêmê û peywendiyên dîplomatîk ên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li gel çend aliyên navneteweyî de, piştgiriyeke mezin a navneteweyî û herêmî ya ji bo plana Afrîkayê çêbû."

Li gorî nûçeyê; "Nexşerê ji 6 xalan pêk tê; hêzên afrîkayî yên ku ku desteka xwe ji Neteweyên Yekbûyî digirin, derbasî Sûdanê bibin da ku her du hêzên li hemberî hev şer dikin, ji hev vekin, hêzên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li navendên li derveyî bajaran werin komkirin, alîkariyên mirovî bi rêya komîteyên navneteweyî û komîteyên pispor ên nîştimanî yên ne girêdayî hikumetan derbasî Sûdanê bibin, piştre li gorî peymana çarçoveyê ya ku di 5’ê Kanûna 2022’yan de hatibû îmzekirin, pêvajoya siyasî dest pê bike."

(bb)