Îsraîlê êrişî navendên hêzên hikumeta Şamê kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li parêzgeha Dera binesaziyeke hêzên hikumeta Şamê kiriye hedef.

Îsraîlê êrişî navendên hêzên hikumeta Şamê kir
9 nîsan, 2024   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku li herêma Mehecê ya parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyeyê binesaziyeke hêzên hikumeta Şamê kiriye hedef.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya li ser mijarê de ev agahî hatin parvekirin: "Balafirên şer duh derengiya şevê li herêma Mehecê binesaziyeke girêdayî artêşa Sûriyeyê bombebaran kir. Bi obusan jî baregeheke leşkerî ya li başûrê Sûriyeyê kir hedef."

Medyaya xwecih a Sûriyeyê jî agahiyên li ser êrişê piştrast kirin û ragihand ku artêşa Îsraîlê li devera leşkerî ya Girê Cabiya ya li bakurê parêzgeha Derayê û beriya vê êrişê jî ji Colana dagirkirî jî roketek avêtiye navendeke leşkerî ya li herêmê.

(bb)