Li başûrê Sûriyeyê tevgera Îsraîlê zêde bûye

Li gundewarên Quneytira, Dera û Şamê artêşa Îsraîlê tevgera xwe zêde kiriye. Artêş derbasî hin deveran bû û balafirên bêmirov ên li ser herêmê gerandin. Li nêzî xeta herêma bêçek û çiyayê El Şêx jî sewqiyatên leşkerî çêbûn.

Li başûrê Sûriyeyê tevgera Îsraîlê zêde bûye
29 mijdar, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê Sûriyeyê di saetên dawîn de artêşa Îsraîlê tevgera xwe ya bejayî û hewayî zêde kir û sewqiyatên leşkerî şandin gelek deverên xeta herêma bêçek.

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku dewriyeyeke Îsraîlê şeva înê ji baregeha Til El Ehmer derket û derbasî gundên El Eşe û El Esbeh ên başûrê Quneytirayê bûn û li herêmê seferberî hat ragihandin.

Balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê jî heta saetên berbangê ve li başûrê rojavayê Şamê û gundewarên Dera û Quneytirayê digerîn.

Çavkaniyan da zanîn ku sewqiyatên leşkerî gihaştin derdora xeta herêma bêçek a nêzî Colanê û herêma çiyayê El Şêx a hundirê xaka Sûriyeyê.

Girêdayî wê, Desteya Radyoyê ya Îsraîlê ku xwe spartibû çavkaniyên ewlehiyê, ragihand ku êrişkarên di hundirê Sûriyeyê de endamên îstixbarata giştî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne.

Di encama operasyona artêşa Îsraîlê ya li dijî bajarokê Bêt Cin ê li başûrê rojavayê Şamê de 15 kes hatibûn kuştin û di pevçûnan de 6 leşkerên Îsraîlê birîndar bûbûn.

(mh)