Di êrişa li ser baregeheke DYA’yê ya li Iraqê de 5 leşker birîndar bûn

Di encama êrişa şeva borî ya li ser baregeha DYA’yê ya li Eyn Esed a Iraqê de, 5 leşker birîndar bûn.

Di êrişa li ser baregeheke DYA’yê ya li Iraqê de 5 leşker birîndar bûn
6 tebax 2024   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev bi moşekan êrişî baregeha leşkerî ya hêzên DYA’yê ya li Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ya Iraqê hat kirin.

Der barê êrişê de Wezareta Parastinê ya DYA’yê (Pentagon) daxuyaniyek da û hate gotin ku di encama êrişê de hin leşker û karmend birîndar bûne.

Li gorî ajansa Reutersê jî di encama êrişê de 5 leşkerên DYA’yê birîndar bûne û rewşa yekî giran e.