Rojnameyên erebî: Heke plana Trump pêk were dikare ji bo Ereban bibe karesat

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku banga Erebistana Siûdî ya ji bo lidarxistina civîna awarte, rola sereke ya Erebistana Siûdî ya di hewldana çareserkirina gelek pirsgirêkan de nîşan dide. Çavdêran got plana Trump a der barê Xezayêde heke pêk were, dikare ji bo Ereban bibe karesatek.

Rojnameyên erebî: Heke plana Trump pêk were dikare ji bo Ereban bibe karesat
15 sibat, 2025   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro li ser lûtkeya awarte ya li Qahîreyê, banga Erebistana Siûdî ya ji bo lidarxistina lûtkeya awarte li Riyadê nivîsîn.

‘EREBISTANA SIÛDÎ DIXWAZE ROLA XWE YA LI HERÊMÊ VEGERÎNE’

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, wiha nivîsî: "Erebistana Siûdî guh dide hewldanên li dijî plana serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo valakirina Xezayê û ji bo vê mebestê banga lidarxistina lûtkeya biçûk a Ereban dike.”

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku "Erebistana Siûdî xwe pir zêde ji dosyayên girîng ên herêmî yên wekî Xeza, Lubnan û Sûriyeyê kişandibû, wekî ku naxwaze bi pirsgirêkên herêmê re mijûl bibe, lewma niha eger bixwaze vê rola xwe vegerîne, dê hinekî zehmet û dijwar be.”

‘HELWESTEKE EREBAN PÊWÎST E’

Rojnameya El Xelîce jî behsa lûtkeya awarte ya ku biryar e di 27’ê vê mehê de li Qahîreyê were lidarxistin û plana Trump a ji bo Xezayê kir û wiha nivîsand: “Eger pêk were, karesateke nû ye û li dilê ewlekariya neteweyî ya Ereban dixe û hemû regezên hevgirtina Ereban û serweriya gelên Ereb ji holê radike. Her wiha dibe destdirêjiyeke li serxwebûna welatên Ereban, bi helwestên heqaret û bêrêziyê ku tu aqilmend, çi Ereb û ne Ereb, qebûl nakin û li derveyî hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Êdî dem hatiye ku Ereb gotina xwe bêjin, da ku cîhan û bi taybetî Amerîka dengê wan bibihîzin.”

‘PÛTÎN Û TRUMP LI EREBISTANA SIÛDÎ: RAMAN Û ENCAM’ 

Rojnameya Şerq El Ewset jî wiha nivîsand: "Erebistana Siûdiyê ragihand ku ew ê di navbera Pûtin û Trump de di demeke nêzîk de lûtkeyekê li dar bixe. Ev hewla Siûdiyê tenê bi krîza Rûsya û Ukraynayê re sînordar namîne, belkî mijar berfirehtir e, ji ber ku tevahiya herêmê ku di asta stratejîk de diguhere, pêwîst e were kontrolkirin.”

Rojnameyê bal kişand ser vê yekê ku "çapemeniya Erebistana Siûdî ji bo mazûvaniya vê lûtkeya girîng, daxwaza wê ya xurt ji bo çareserkirina kêşeyên ku hin kes difikirin ku pir aloz in, diyar dike û li gorî hin rayedaran ew dixwaze pirsgirêkên mayî, bi taybetî pirsgirêka Filistînê, çareser bike.”

(k)