Rojnameyên erebî: Çavê rêveberiya DYA’yê li Lubnanê ye

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişandin ser aloziya di navbera Îsraîl û Misirê, li beramberî wê lihevkirina Îsraîl- Lubnanê, dîsa rewşa Sûdanê.

Rojnameyên erebî: Çavê rêveberiya DYA’yê li Lubnanê ye
22 gulan, 2024   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê’Gelo kontrolkirina îsraîlê li ser zêdetirî nîvê eniya "Philadelphia" dê aloziya bi misirê re kûr bike?’ weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Îsraîlê ya ku têkiliyên wê bi Qahîreyê re nakok in êdî propagendaya mijara firehkirina êrişên xwe li Refehê û kontrolkirina zêdetirî nîvê eniya Philadelphia (herêma tampon a di navbera Misir û bajarê Refehê de) dike.

Di nûçeyê de hate gotin, pirspor û dîplomatan vê propagandayê wekî "pêşketinek e ku firehbûna çarçoveya nakokiyê nîşan dide" nirxandin. Her wiha hate destnîşankirin ku dibe Misir gavan li hemberê Îsraîlê bavêje, lê belê nagihêje betalkirina lihevkirina aştiyê.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Li gorî balyoz û alîkarê berê yê wezîrê karên derve yê Misirê Rexa Ehmed Hesen, ev propagenda aloziyê kûrtir dike û Îsraîl dixwaze vegere statûya beriya lihevkirina aştiyê."

’DIBE KU PEYMANA DI NAVBERA LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ DE NE HÊJAYÎ TENGAHIYÊ BE’

Rojnameya Ereb El Londoniye bal kişand ser peymana di navbera Îsraîl û Lubnanê de. Hat gotin " Şîrovekar pêşbînî dikin ku bala rêvebiriya serokê Amerîkî Joe Biden dê biçe Lubnanê dema ku lihevhatinek agirbestê li Xezayê pêk were, ji ber ku ew hêvî dike beriya ku şerek mezin çêbibe aloziyê rawestîne."

Di nûçeyê de hat bibîrixstin ku çapemeniya xwecih û ya erebî ragihandibûn ku Beyrût bersiveke sar dabû pêşniyara DYA’yê ya tevkariya li gel Parîsê û wiha hat domandin: "Alîkarê berê yê wezîrê karên derve yê DYA’yê yê kar û barên rojhilata jêrîn David Schenker di raporekê ku ji hêla Enstîtuya Washingtonê ve hatî weşandin de got, tevî ku dan û standinên rastîn dê bi awayekî cidî dest pê nekin heta ku agirbestek li Xezeyê pêk neyê, berteka destpêkê ya Lubnanê li ser pêşnûmeyê nîşan dide ku şansên wê yên serketinê kêm in. Li ser bingeha biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 1701’an ku şerê sala 2006’ an di navbera Hizbullah û Îsraîlê de bi dawî anî, lê aştiyek mayînde bi dest nexist. Bi pêşniyara nû hewl dide xeletiyên ku belgeya orjînal ên ku li pêşiya pêkanînê bibûn asteng û bawerî qelis kirine, her wiha bûne sedema bêîstiqrarê  li seranserê sînor, sererast bike."

’ SENARYOYA "DARFUR 2003" DUBARE DIBE: SÛDAN BER BI ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ VEKIRÎ VE DIÇE’

Rewşa Sûdanê yek ji rojevên rojnameya El Exbar a Lubnanê ye. Hate gotin, li gel ku "Platforma Ceda" bi pratîkî ji rewşa Sûdanê dûr e, her wiha li gel hewldanên siyasî yên ji bo rawestandina şer li Sûdanê, lê di raporên navneteweyî de hişyarî hate kirin ku eger devera Faşer bikeve destê Hêzên Destwerdana Lezgîn bi teqez dê bi deh hezaran sivîl werin kuştin û komkujiya Cinênê dûbare bibe ku di encama wê de bi sed hezaran kes koçberî Faşerê kirin.

Hate gotin, "Diyar e ku rewş ber bi dûbarekirina senaryoya Darfur a 2003’an ve diçe.Tê zanîn ku Faşer keleha dawî ya artêşê ye li eyaletê ye, piranî koçber zêdetirî 1.6 mîlyon kesan dihewîne."

(şx-bb)