DYA û Îranê careke din êrişî hev kirin

Hêzên DYA‘yê pêleke nû ya êrişan li dijî baregehên leşkerî yên li Îranê pêk anîn. Tehranê jî ragihand ku wê li baregehên Amerîkayê yên li Behreyên, Kuweyt û Urdunê xistine.

DYA û Îranê careke din êrişî hev kirin
13 tîrmeh, 2026   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wê duh pêleke nû ya êrişên hewayî li dijî hedefên leşkerî yên li Îranê pêk aniye

CENTCOM‘ê da zanîn ku wê bi balafirên şer, keştiyên şer, balafir û keştiyên bêmirov (drone), bi dehan cihên li hundirê Îranê de kirine hedef.

CENTCOM‘ê ragihand wê li pergalên parastina hewayî, radar û amûrên mûşek û dronan û keştiyeke leşkerî ya biçûk xistiye.

Artêşa Pasdarên Îranê jî îro ragihand ku wê êrişên nû li dijî baregehên Amerîkayê yên li Behreyên, Kuweyt û Urdunê pêk aniye. Artêşê îdia kir ku ev êriş li hemberî derbeyên dawîn ên hêzên Amerîkayê yên li dijî tesîs û baregehên leşkerî yên li peravên Îranê hatin kirin.

Artêşê da zanîn ku wê bargeha hewayî ya El Emîr Hesen a li Urdunê, Navedana Rêveberiya Dronan a Amerîka ya li Behreynê, her wiha bargeha hewayî ya Elî Salim a li Kuweytê û hin baregehên din kirine hedef.

Medyaya Îranê jî piştrast kir ku artêşa Pasdarên Îranê di qonaxa duyemîn a operasyonê de baregeha hewayî ya Şêx Îsa ya li Behreyênê jî kir hedef.

Artêşa Pasdaran ragihand ku operasyonên wê yên leşkerî dewam dikin û destnîşan kir ku hêzên wê yên deryayî şeva borî 2 keştiyên ku guh nedan talîmatan wê  û ewlehiya navîgasyonê tehdîd dikirin, sekinandin.

Wezareta Karên Hundir a Behrêynê piştî ku sîrenan cara duyemîn di nav kêmtirî 24 saetan de lê da, bang li welatiyan û niştecihan kir ku tavilê berê xwe bidin cihê ewle yê herî nêzîk. Lê rayedaran der barê ziyanan de agahî parve nekirin.

Artêşa Kuweytê jî ragihand ku ew bersiva "hedefên hewayî yên dijminane" dide. Artêşê destnîşan kir ku dengên teqînan ên ku hatine bihîstin ji ber operasyonên destwerdanê yên ji hêla parastina hewayî ve hatine kirin bûn.

Artêşa Urdunê jî piştrast kir ku 4 mûşekên ku ji axa Îranê ketine qada hewayî ya Urdunê, hatine xistine. Çavkaniyek leşkerî ji Ajansa Nûçeyan a Petra re got ku di encama xistina mûşekan de tu birîndar an zirarên madî çênebûne.

Piştî êrişan, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê îdia kir ku Tengava Hurmuzê di bin kontrola Îranê de nine û ragihand ku ku hêzên Amerîkayê dê parastina keştiyên bazirganî û misogerkirina azadiya navîgasyonê bidomînin.

(bb)