ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3 – 1 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3 – 1 – 2025
3 ÇILE, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Til Temirê destnîşan kir ku wan bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan, nirxên şerê gel ê şoreşgerî û yekitiya nîştimanî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk birin.

Gêlo Îsa destnîşan kir divê destkeftiyên herêmê bên parastin, gel li dora QSD’ê kom bibe û hemû partiyên Kurd jî li dora siyasetek hevpar bibin yek da ku karibin di avakirina Sûriyeyek nenavendî, demokratîk de rol bilîzin.

Gerînendetiya Firn û Aşan a kantona Reqayê rojane 38 ton ard li parên firnan ên kantona Reqayê zêde kir, er wiha 23 ton jî li herêmên rizgarkirî yên gundewarê başûrê rojhilatê Reqayê zêde kirin.

Koçberên kantona Efrîn û Şehba diyar kir ku ji bo misogeriya vegera ewle li warên xwe divê dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê derkeve.

Şêniyên bajarê Amûdê bi hemû pêkhateyên xwe, xwe li gorî qonaxa heyî bi rêxistin kirin û li kêlek hêzên xwe parastina bajarê xwe dikin û got: "Divê em her tim şiyar bin. Erka me ye ku em Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen di yek xendeqî de hevgirtî bin."

Li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê şerekî giran li hemberî planên dewleta Tirk ên dagirkirina tevahî axa Sûriyeyê tê kirin. QSD li van eniyan şerê parastina yekitiya xaka Sûriyeyê dike.

Xelkê kantona Tebqa ji bo bersivdana êrişên li ser herêmê teqezî bi yekitiya pêkhateyan û hembêzkirina QSDˋê kir.

Xelkê bajarê Qamişlo li taxa Hilko sersaxiyê didin malbatên 2 şervanên QSDˋê şehîd Şervan Qamişlo û şehîd Lewand Qamişlo. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê cenazeyên 5 şehîdên ji QSDˋê, Komandos, YPJˋê yên ku di Kanûna 2024ˋan de di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûne, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê defin dike. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li navenda xwe ya Qamişloyê bi navê ˋBer bi Sûriyeyeke nû veˊ paneleke diyalogê organîze dike. (15:00) BI WÊNE Û DÎMEN