Li dijî êrişan çalakiyên hewayî yên QSDˋê

Di dîmenên Yekîneyên Hewayî yên QSDˋê de aşkera dibin ku çawa şervanên QSDˋê li gundewarê Minbicê bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin û panzêrek tê rûxandin.

Li dijî êrişan çalakiyên hewayî yên QSDˋê
2 ÇILE, 2025   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dîmenên nû yên çalakiyên bibandor ên Yekîneyên Şehîd Harûn ên Taybet bi Operasyonên Hewayî yên QSDˋê de parve kirin. Di dîmenan de diyar dibe ku yekîne li gundewarê Minbicê û derdora Bendava Tişrînê bersiva êrişên çeteyan didin û panzêrekê dirûxîne.

Di saetên destpêka vê êvarê de, QSDˋê ragihandibû ku şervanên wan tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê û gundewarê Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin. Ev êriş ji danê nîvro de hatibûn pêkanîn. QSDˋê aşkera kiribû ku bi dehan çete hatin kuştin, di nav de tankek û 2 erebeyên doçka li ser, bi giştî 6 wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin.

(fr)