ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-07-2024
15 tîrmeh 2024   02:00

Koçberên ji Efrînê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê siyaseta asîmlekirinê li bajarê wan ê dagirkirî dimşînin û gotin: "Efrîn ji dagirekr û çeteyan re namîne."

Îdrîs Hecî  ji 35  salan ve li Efrînê saet temîr kirin, lê piştî ku bi darê zorê ji Efrînê hate derxistin neçar ma mehekê karê xwe bisekinîne. Hecî niha jî li Fafînê li ser basteyekê karê xwe didomîne.

Gelek nexweşî di nava darên berhemdar de belav dibin. Ev nexweş çi ne û rêbazên parastina daran çi ne?

Xelkê Til Temirê yê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê meşekê li dar dixe, meş ji pêş avahiya Dadgeha Gel ve dest pê dike, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan ji gundê Fermanî heta bi gundê Berkevirê pêşbirka motorsiklêtan li dar dixe, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda xwe ya Reqayê civîna xwe ya salane li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo bîranîna Berxwedêrên 14ˊê Tîrmehê li navenda çandê çalakiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Til Hemîsê li hola Gerînendetiya Çandinî û Avdanê xeleka xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi sponseriya Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yekitiya Endazyarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên çavdêrî li tamîrkirina pira Reqa ya nû kirine, tên xelatkirin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba şervanên Hêzên Cebhet El Ekrad şehîd Ebdullah Ehmed li goristana şehîdan oxir dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)