ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-03-2026
11 adar, 2026   02:00

Xebatkarên Şaredariya Gel a Qamişloyê di salvgera 13`emîn de şehîdên êrişa li ser şaredariyê bi bîr anîn û got “Dewleta Tirk û hêzên derve her tim êrişî projeya Rêveberiya Xweser dikin da ku aramî li herêmê çênebe û îradeya gel bişikînin.”

Çalakvanên jin diyar kir ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de destkeftiyên 14 salên têkoşîna jinan û temsîla jinan bi rêjeya ji sedî 50 werin misogerkirin.

Lêkolîner û siyasetmedar Zekî Şêxo got, pêşketinên li Îranê dibe ku rê li ber qonaxek nû ji bo pirsgirêka Kurd veke û bang li hêzên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û di çalakiyên siyasî û dîplomatîk de hişyar bin da ku sûd ji van pêşketinan bigirin.

Piştî ku koma yekem a koçberên ji Efrînê vegeriya, koçberên li Hesekê mane jî li benda vegera ewle ne.

Meclisa Bajarê Tirbespiyê li Nivîsgeha PYDˊê, ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên dawîn ên siyasî li herêmê civînek ji şêniyan re li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Dibistanan a bajarên Qamişlo, Çilaxa, Girkê Legê û Tirbespiyê karnameyên dibistanan ên werza yekemîn ên her sê qonanxan li xwendekaran belav dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê, malbatên dîlgirtî û malbatên şehîdan, li Qada Jina Azad çalakiyekê bi daxwaza berdana zarokên xwe û wergirtina cenazeyên şehîdan li dar dixin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Di salvegera 12ˊemîn a êrişa li dijî Şareadriya Gel a Qamişloyê şaredarî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan şehîdên xwe bi bîr tîne, 14.30ˊan.  BI WÊNE Û DÎMEN