Mînakek civakîbûn û piştevaniyê

Dagirkeran bi bombebaranan kehrebeya herêmê qut kir, lê welatî bi piştevaniyê pirsgirêkan ji holê radikin. Bi vê hevkariyê amadekariyên Cejna Remezanê dikin.

Mînakek civakîbûn û piştevaniyê
Mînakek civakîbûn û piştevaniyê
Mînakek civakîbûn û piştevaniyê
Mînakek civakîbûn û piştevaniyê
Mînakek civakîbûn û piştevaniyê
5 nîsan, 2024   07:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di dawiya sala 2023 û destpêka 2024’an de dewleta Tirk a dagirker binesazî û navendên xizmetê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin, lewma pirsgirêkên av, kehrebe û xazê derketin. 

Xelkê herêmê ku dijî van êrîşan bi daketina kolanan hêras xwe anî ziman, destnîşan kiribûn ku ew serî natewînin û bi afirînerî û hevkariyê hewl dan pirsgirêkan çareser bikin. 

Ber bi cejna Remezanê ve jî, welatî hevgirtinê û civakîbûnê pêş dixin.

Li bajarê Qamişlo tevahiya pêdiviya kehrebeyê bi jeneratoran tê pêşwazîkirin, lewma ji bo hemû malbatan qasî tê xwestin kehrebe nayê dayîn. Malbatên ku ji bo cejnê kulîçe, şêranî û hwd.. çêdikin zehmetiyan dikişîn.

Li bajar ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê xwediyên hinek jenenratoran biryara destekdayîna malbatan kirine. Yek ji wan jî xwediyê jeneratora li Hilêliyê Delîl Hebîb ê ku kehrebeyê dide 150 malbatan e.

Delîl biryar daye ku heta cejnê desteka kehrebeyê bide mabatên ku şêranî û hwd.. çêdikin. Welatiyên ku dixwazin li mala xwe şêraniyê çêbikin, ji Delîl Hebîb çend amperên zêde ku firinên wan bidin şixulandin distînin. Delîl Hebîb jî li beramberî amperan tu pera nagire. 

Delîl Hebîb dibêje ew halê şêniyên taxa xwe dizane û xwestiye bi vê yekê destek bide.

Delîl ji xwediyên jenenratorên din jî xwest ku bi gelê xwe re alîkarbin û pêdiviya wan a kehrebeyê bicîh bînin.

Li gelek taxên din ên bajar jî, xwediyên jenenratoran alîkariya malbatan dikin.

Hejmarek xwediyên dikanên şêraniyan jî bê berdêl rê didin ku xelk şêraniya xwe li gel wan bipijînin.

(a)

ANHA