Roja yekemîn a dan û standinên Lubnan û Îsraîlê bi dawî bû

Roja yekemîn a dan û standinên Roma ya Lubnan û Îsraîlê bêyî çareserkirina dosyaya "herêmên tecrîbî" bi dawî bû.

Roja yekemîn a dan û standinên Lubnan û Îsraîlê bi dawî bû
4 tebax, 2026   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê, roja yekemîn a gera dan û standinên rasterast ên di navbera Lubnan û Îsraîlê li paytexa Îtalyayê Romayê ya bi sponseriya Amerîkayê bêyî lihevkirinekê ji bo avakirina "herêmên tecrîbî" bi dawî bûn.

Rûniştinên roja yekemîn li ser dosyayên xêzkirina sînorên bejahî û êrişên Îsraîlê yên berdewam ên li ser başûrê Lubnanê û mekanizmaya bicihanîna rêkeftinê û temamkirina qonaxên dan û standinê bûn.

Di rûniştinan de, Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Balyozê Lubnanê Simon Karam der barê mekanîzmayên pêkanîna peymana çarçoveyî de axivîn. Dan û standin wê heta roja pêncşemê bidomin.

Beyrût bi van dan û standinan  hewl dide vekişînek gav bi gav a Îsraîlê ji başûrê Lubnanê misoger bike. Lê nirxandinên Lubnanê destnîşan dikin ku dibe ku Îsraîl niha razî nebe ku herêmên nû yên tecrîbî destnîşan bike, ev mijar ji bo nîqaşên din vekirî dimîne.

Di 26’ê Hezîranê de, Lubnan û Îsraîl gihîştin rêkeftinek çarçoveyî ku vekişînek gav bi gav a Îsraîlê ji deverên li başûrê Lubnanê û bicihkirina artêşa Lubnanê li herêmên diyar destnîşan dike û rê li ber qonaxên paşîn vedike.

Ev gera niha piştî rêkeftineke berê ya bi navbeynkariya Romayê pêk tê. Di encamê de artêşa Îsraîlê ji derdora bajarokê Zûtar El Xerbiye -yek ji deverên ku di nav rêkeftinên tecrîbî de ne- vekişiya û artêşa Lubnanê li wir bi cih bû.

 Li aliyekî din jî Hizbullah danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re red kirin û got ew tawîzdayîn e û Washingtonê jî anî ziman ku pêwîst e beriya veguhastina li qonaxên nû yên bicihanîna rêkeftinê li ser mekanîzmayeke zelal lihevkirin pêk bê.

(f)