WFP:19.5 milyon Sûdanî bi birçîbûnê re rû bi rû ne

 WFP‘ê diyar kir ku li Sûdanê bi qasî 19.5 milyon kes bi bêewlehiya xwarinê re rû bi rû ne û bi qasî 825 hezar zarok di xetereya kêmbûna tund a xwarinê de ne.

WFP:19.5 milyon Sûdanî bi birçîbûnê re rû bi rû ne
4 tebax, 2026   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) bal kişand ser krîza birçîbûnê ya berdewam li Sûdanê û diyar kir ku bi qasî 19.5 milyon kes ji ber pevçûn, rewşa aborî ya xirab, astengiyên di hilberîna çandiniyê de û bilindbûna bihayên xwarinên bingehîn bi bêewlehiya xwarinê ya dijwar re rû bi rû ne.

Li gorî WFP‘ê, bi qasî 825 hezar zarok di xetereya kêmbûna tund a xwarinê de ne.

WFP‘ê diyar kir ku kêmasiyên domdar ên di xwarin û xizmetên tenduristiyê de gefê li rêjeyên mirinê dixwin, nemaze di nav zarokan, jinên ducanî û dayîkên ku şîr didin pitikên xwe de.

WFP‘ê da zanîn ku tevî pirsgirêkên ewlehî û lojîstîkî, ew kariye bigihêje bi qasî ji sedî 80’ê ji deverên di xetereya birçîbûnê de û da zanîn ku pêdiviyên mirovî ji çavkaniyên berdest pir zêdetir in.

WFP‘ê bang li civaka navneteweyî kir ku bi lezgînî 579 milyon dolar ji bo piştgiriya xebata xwe ku heya Cotmeha bê peyda bike, bişîne .