Roja sêyemîn ji Mîhrîcana Nûjiyan qediya

Bernameya roja sêyemîn a Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan bi pêşandana belgefîlm û kurtefîlmên ku çîrokên jin û zarokan di nava civakê û sîstema desthilatdar de vedibêjin, qediya.

Roja sêyemîn ji Mîhrîcana Nûjiyan qediya
Roja sêyemîn ji Mîhrîcana Nûjiyan qediya
Roja sêyemîn ji Mîhrîcana Nûjiyan qediya
Roja sêyemîn ji Mîhrîcana Nûjiyan qediya
Roja sêyemîn ji Mîhrîcana Nûjiyan qediya
Roja sêyemîn ji Mîhrîcana Nûjiyan qediya
27 gulan, 2025   22:38
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan ku ji hêla Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager ve bi piştgiriya SîneJin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê tê birêxistinkirin, di roja xwe ya sêyemîn de, didome. 

Di çarçoveya bernameya danê êvarê de, îro belgefîlmê Cezaîrî yê ‘The Desert Rocker-Rokera Çolê’ a bi derhêneriya Mariam Ohanyan (2022) hatiye derxistin, hate pêşandan. Belgefîlm behsa rêwîtiya mûzîkjena navdar a Cezaîrî Hesna El Beşariya dike, ew ji salên destpêkê yên jiyana xwe de li amûra kelepûrî ya çolbistana Cezaîrî ya ku bi navê Gumberî tê naskirin, dide.

Hesna El Beşariya bi gavên ku di jiyana xwe de avêtine kelepûra xwe parast, tevî astengiyan bi tena serê xwe rêya xwe ya mûzîkjeniyê hilbijart, li ser asta cîhanê navdar bû û cemawereke mezin bi dest xist.

Piştra kurtefîlmê ji Rojhilatê Kurdistanê ‘Zar û Zeman’ – Xece Redur (2023) ku behsa serpêhatiyên zarokan, dûrxistina wan ji lîstokên çanda Kurdî û rêjîma Îranê dike hate pêşandan. Dûvra kurtfîlmên Mindaly Bilur ê ji Başûrê Kurdistanê (IVF) bi derhêneriya Sameeah Salih (2024) û ‘The Last Cowboy’ ê Misrî bi derhêneriya Basma Sheren (2023) jî hatin pêşandan.

Xelkê herêmê, hezkerên qada çand û hunerê, xwendekar û ciwanan belgefîlm û kurtefîlmên ku hatin pêşandan temaşe kirin.

Danê sibehê jî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo semînera “Jinên Sînemager, li paş kamerayê” ji aliyê Derhênerên ji Lubnan û Siwêdayê Liyana Qesîr (Liana Kassir) û Sûha Ezî ve hate dayîn.

bernameya roja çaremîn ji mîhrîcanê (sibe) (28`ê Gulanê) wiha ye:

28`ê Gulanê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ji saet 11:00-13:00`an panela “Rewşa çêkirina fîlman li her çar parçeyên Kurdistanê û tecrubeya jinên Kurd di xebatên sînemayê de” bê dayîn, belgefîlmê ‘A Picture to Remember’ bi derhêneriya Olga Chernykh (2023) bê pêşandan.

Danê êvarê li Baxçeyê Azadî saet 20:00`an fîlmê ‘Sima`s Song’ bi derhêneriya Roya Sadat (2024), saet 22:00`an kurtefîlmên ‘As I Open My Eyes’ bi derhêneriya Ghazzal Abdullah (2023), ‘Sukoun – Amplified’ bi derhêneriya Dina Nasser (2023) û belgefîlmê ‘A Story of Homeland, Memories Of Shade’ bi derhêneriya Suha Ezzi (2025) bên pêşandan.

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan 25`ê Gulanê dest pê kir, wê bi pêşandana film, kurtefîlm û belgefîlmên ji Kurdistanê û yên ji Rojhilata Navîn, Amerîka, Ermenistan û Ewropayê heta 31`ê Gulanê dewam bike.

(sb/fr)

ANHA