Di heftiyekê de 20 kes li herêmên desthilata Şamê hatine revandin

SOHR’ê diyar kir ku di hefteya dawî de revandina 20 kesan li herêmên desthilata Şamê hatin tombarkirin, her wiha di nav de zarokek 4 kes hatine kuştin û aqûbeta revandiyên din nayê zanîn.

Di heftiyekê de 20 kes li herêmên desthilata Şamê hatine revandin
27 gulan, 2025   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Di raporeke Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) de hat bibîrxistin ku digel tevliheviya zêde ya li herêmên di bin kontrola desthilata Şamê de bûyerên revandin û binpêkirinên li dijî hemwelatiyên ji tevahî tememan dubare dibin. Vê yekê jî di nava şêniyan de metirsî çêkir, bi taybet hin bûyer bi qetilkirina qurbaniyan ku kujerên wan hîna nayên zanîn bi dawî bûn.

SOHR’ê aşkera kir ku di 8 rojên dawî de li parêzgehên Hema, Hums, Tartûs, Şamê, Heleb û Derayê bûyerên metirsîdar çêbûn; zarok, jin, oldar û rojnamevan hatin revandin, û di hin rewan de cenazeyên qurbaniyan li cihên cuda hatin dîtin û hîna heta vê kêliyê de aqûbeta yên din nediyar e.

Girêdayî heman mijarê, SOHR’ê diyar kir ku di 8’ê rojên borî de 20 bûyerên revandinê çêbûn, û ew bûyer bi qetilkirina 4 sivîlan jê zarokek bi dawî bûn û hîna aqûbeta qurbaniyên din ne diyar e.

Ev bûyer îşaret bi zêdebûna tevliheviya ewlehiyê, digel metirsiyên firehbûna rûbera sûcên birêxistinkirî û nebûna bersivdanê ku êdî gefan li ewlehiya civakî ya li tevahî welat dixw, dikin.

(ac/fr)

ANHA